Dengên Ji Zindanan
Literature KU

Dengên Ji Zindanan

Gül Güzel

€12,00

Technische gegevens

Taal
Kurdî
Pagina's
384
Uitgeverij
Weşanên Meyman
ISBN
9783000696930
Categorie
Literature

Over het boek

Beriya niha min pirsa ku mirovek çima name dinivîse ji xwe kiribû. Ez qala pêvajoya salên zarokatiya xwe dikim. Paşê min dest bi nivîsîna nameyan kir. Ewqasî ku ev name nivîsîn bi demê re ji bo min bû pêdivîyeke mecbûrî. Lewre tekane amûra têkiliya bi hevalên girtî û hikumxwarî re name bû. Nivîsîna nameyan min pir kêfxweş dike, carinan jî pir xemgîn dike. Lewre kesa ku ez jê re name dinivîsim gelekî dûrî min e û di bin şertên xirab de dijî. Ji ber vê jî carinan hestên min ên kêf û xweşiyê û carinan jî yên xem
û raperînê der dibin. Ev rewş wekî ya kesekî nû dest bi çêkirina wêneyan kiribe û ew hestê di xeyalê xwe de bi rêya firçeya xwe li tuwala xwe dabe ye. Jixwe bi min, name nivîsîn jî hûnerek e. Namenûsiya em qala wê dikin, ew hest e ku di hin dilan de dipispise û li rûyê ezman wekî girtina semayê be û ev sema xwe bi şikl, peyv û rengên cuda bê ser kaxizê.

Over de auteur

G Gül Güzel

Vergelijkbare boeken