Azadî wê bi ser keve
Biography KU

Azadî wê bi ser keve

Sean Michael Wilson

€15,00

Technische Angaben

Sprache
Kurdî
Seiten
160
Verlag
Weşanên Meyman
ISBN
978-90-833-5998-4
Kategorie
Biography

Über das Buch

Ev xêzeroman, bi metnên otobiyografîk hewl dide ji zarokatiyê heta bi roja îro jînenîgariyeke servanê azadiyê, Rêber Abdullah Ocalan bibe ber destê xwîneran. Zarokatiya wî ya li gundê Amara û navçeya Entabê Bêlqisê, serîrakirina li ber malbat û dewletê amade dike. Ciwaniya wî ya li Enqerê û memûriya wî ya li Amedê, dikin ku ew dewletê xwesik nas bike. Weke xwendekar ew li Stenbol û Enqerê siyasî dibe û ev rê wî ber bi damezirandina PKK’ê ve dibe. Xêzeroman heta bi salên wî yên di hepsa Girava Îmraliyê de jî bi xwesikî û xêzkirî jiyana wî tîne ber destê me.
„Rêber Apo“ yê Kurdan, ne tenê bi hizra xwe, ew bi kirina xwe jî soresger e. Belesebeb nayîne bîra xwe ku melayê gund jê re gotibû, “Tu wê bifi rî”, û li ser vê yekê jî dibêje, “Xebera wî bû. Di dawiyê de ez firiyam. Firîna min sores e.” Wî bi awayekî çalak rêberiya têkosîna azadiyê ya Kurdan dikir,
heta ku bi bêbextiyeke navneteweyî ya bi koordînekeriya NATO’yê sala 1999’an hat revandin û hepskirin. Ji 25 salan û vir ve ew li hepsa girava Îmraliyê tecrîdkirî tê ragirtin. Wî di hepsê de dev ji soresê û soresgeriya xwe berneda: Wî li hepsê gelek kitêb nivîsandin û van kitêban li seranserê dinyayê dêhn û bala xelkê kisand ser xwe.
Ev jînenîgarî jî bi rasthatina rojbûna wî ya 75’an tê wesandin û tê de em bi gotinên Abdullah Ocalan pê dihisin ka çawa zarokatiya wî li Bakurê Kurdistanê bihuriye û ka çawa ew di dawiya salên 1960’î de siyasî bûye. Lê bi saya serê serhatiya Rêber Apo, em her wiha bi zilma hov û xedar a li gelê Kurd hatiye kirin, dihisin. Em hîn dibin ka dewleta Tirk a dagirker û mêtinger çi ês û azar bi gelê Kurd dane kisandin û îro jî dide kisandin.
Kitêb her wiha bi teoriyên sereke yên ku Abdullah Ocalan ji bo têkosîna roja me ya îro bi pês xistine jî dadikeve. Di nava van de Îdeolojiya Rizgariya Jinan û têgeha Konfederalîzma Demokratîk jî hene. Ev jînenîgarî di dawiyê de dike ku xwîner xetên sereke yên projeya civakî ya demokrasiya radîkal a li Rojava jî nas bikin.

Über den Autor

S Sean Michael Wilson

Mehr von diesem Autor